25. Çîroka Kînemê - A1 level for Beginner learners
Kurdish Lessons Podcast - Ein Podcast von Kurdish Lessons

Kategorien:
Merheba ji we re, hûn bixêr hatin Kurdish Lessons podcastê. Ez Gulê, ez mamosteya we ya kurdiya kurmancî. Îro em ê bi hev re çîrokeke bixwînin. Navê çîroka me, çîroka Kînemê ye. Ev çîrok, çîrokeke kurt e, ez ê ji we re bixwînîm û ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Divê hûn jî cewabê bidin û ez ê jî cewabê bidim. Heke hûn hazir bin, heke hûn amade bin em dest pê bikin.ÇÎROKA KÎNEMÊNavê wê Kînem e. Kînem ji Hamburgê ye, navê bajarê wê Hamburg e. Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Dê û bavê Kînemê ne ji Hamburgê ne. Dê û bavê Kînemê ji Kurdistanê ne. Dêya wê ji Mûşê ye û bavê wê ji Mereşê ye. Ew berî sî salan çûne Almanyayê û li wir zarokên wan çêbûne. Kînem û hemû xwişk û birayên wê hem bi almanî hem jî bi kurdî dizanin. Jiyana wan a li malê bi kurdî ye û jiyana wan a xwendinê bi almanî ye. Ew car caran pirtûkên kurdî jî dixwînin. Kînemê sala borî zanîngeh xilas kir û niha li şîrketeke mezin kar dike, dixebite. Ew hez dike havînan bi malbata xwe re biçe Mûşê û Mereşê. Jiyana gundan xweş e lê gelekî zehmet e.➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is [email protected] ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons